May 13, 2025 18:15 Asia/Tehran

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê, Rêjîma Siyonîst bi binpêkirina berfireh ya rêketinama agirbesê li başûrê Libnanê tawanbar kir û berxwedanê garantorê rûmet û ewlehiya neteweyî da zanîn.

Şêx Neîm Qasim, sersekreterê Hizbullaha Libnanê hişyarî da dijminên navxweyî û derveyî û tekez kir ku Hizbullah teslîmî gef û zextan nabe û dê weke beşek ji pêkhateya dahatiya Libnanê bimîne. Şêx Neîm Qasim got: Rejîma Siyonîst hewl da ku axa Filistînê dagîr bike, armanca vê rejîmê dagirkirin berfireh a axa Filistînê ji bo serdestîxweziya tam û giştalî ye. Wî got em li ber xwe didin, divê dijmin jî bizane ku bi fîdekarî û berxwedanê rê nayê dayîn ku bigihêje armancên xwe. Sersekreterê Hizbullaha Libnanê her wiha destdirêjiyên dubare yên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê şermezar kir û daxwaza parastina yekitî û yekperçetiya axa vî welatî kir. Şêx Neîm Qasim tekezî li ser wê yekê kir ku divê kêmnetewe ji êrîşên komên tundrew dûr bên xwedîkirin û wiha berdewam kir: Em wekî Hizbullah Sûriyeyeke yekgirtî dixwazin ku ji armanckirina kêmneteweyan dûr be, wisan ku ji aliyê hin koman ve tê kirin. Em dixwazin ev welata yekgirtî be û bi tundî êrîşên dubare yên Îsraîlê dijî vî welatî şermezar dikin.

Serepeyv