May 02, 2025 16:53 Asia/Tehran
  • Di êrişa nû ya Rejîma Siyonîst ser Hewlayê de 5 kes birîndar bûn

Rejîma Siyonîst îro Îniyê careka din êrişa xwe ya ser hakimiyeta Libnanê ji nû ve destpê kir û hevhatina agirbesê û biryarnameya 1701`ê ya NY binpê kir.

Ajansa Netewî ya Nûçeyan a Libnanê ragihand ku xwefireka Siyonîst sibeha Îniyê bi sê mûşekan bênzînxaneyekê li cadeya Hewlayê kire hedef û 5 kesan di odeyeka biçûk a ku ji pêşve hatibû çêkirin li ser banê bênzînxaneyê de birîndar kir.

Eva di halekî da ye ku duh Pêncşemiyê jî Rejîma Siyonîst du êrişên hewayî yên cida bi xwefirên xwe cih anîn û du tirombîlan li bajarê Mîs El Cebelê li başûrê Libnanê kire hedef ku di encamê de du welatiyên libnanî şehîd bûn û sê kesên din jî birîndar bûn. Roja Pêncşemiyê herwiha hêlîkoptereka îsraîlî du bombeyên bi deng avête malekê derdora bajarê Hewlayê li başûrê Libnanê.

Serepeyv