Nîsan 30, 2025 17:20 Asia/Tehran
  • Vegera 12 hezar penaberên sûrî ji Iraq û Herêma Kurdistanê

Komîserîya Payebilind a Penaberan a NY ragihand ku hema di sê mehên destpêka îsal de 12 hezar penaberên sûrî ji Iraq û Herêma Kurdistanê vegeriyane Sûriyê.

Komîserîya Payebilind a Penaberan a NY ragihand ku ev penaber bi rêya her du derbasgehên sînorî yên Fîşxabûr (li Herêma Kurdistanê) û Qaim (li Iraqê) vegeriyane deverên xwe.NY hişyarî da ku ger bûdceya pêdivî  neyê dabînkirin plana vegera 1.5 milyon penaber û awatreyên sûrî heta sala 2025an dê rastî pirsgirêkên cidî were. Heta niha, ji sercem 575 milyon dolar bûceya pêwîst tenê 71 milyon dolar hatiye xerckirin û nebûna alîkariya mirovî astengiyeke mezin çêkiriye.

Serepeyv