Nîsan 30, 2025 16:50 Asia/Tehran
  • Yemen; jordaxistina balafireke cengê ya din a amerîkî

Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihand ku balafireke cengê ya F-18 a li papora balafirhilgir a USS Harry Truman, di dema meşqê di encama êrişa hêzên yemenî da li deryaya Sor hatiye sernixûnkirin.

Balafira şêrr a F-18 ya Amerîkayê, ser papora balefirhilgir  a USS Harry. Truman duyemîn balafira cengê ya amerîkî ye ku ji ber hin hegeran  li axa Yemenê tê jordaxistin. Şirovekarên beşa leşkerî yên stratejîk di vê baweriyê de ne ku ev bûyer ji tişta ku amerîkiyan texmîn dikirin mezintir bûye.

Ev ne cara yekem e ku balafireke cengê ya F-18 li Yemenê tê jordaxistin, belku   di dema Co Baydên de jî balafireke şêrr a bi vî rengî li axa wî welatî hatibû jordaxistin. Hêzên çekdar ên Yemenê ragihandin ku operasyonên leşkerî li Deryaya Sor û Deryaya Ereb dê heta ku êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê neyên rawestandin û dorpêça  ser wê neyê rakirin, bên domandin. 

Serepeyv