Yemen: Cinayetên Amerîkayê bûn sedema şehîdbûn û birîndarbûna hezar û 300 kesên sivîl
Nîsan 28, 2025 16:27 Asia/Tehran
Wezareta Dadê ya Yemenê ragihand ku cinayetên Amerîkayê li dijî Yemenê bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna hezar û 300 kesan.
Wezareta Dad û Mafên Mirovan a Yemenê îro ragihand: Cinayetên Amerîkayê bûn sedema şehîd û birîndarbûna zêdetirî hezar û 300 sivîlan û wêrankirina berfireh a binesaziyan.
Vê sibê, di encama êrişa Amerîkayê ser bajarê Seide yê Yemenê de 114 welatiyên Yemenî hatin kuştin û birîndar bûn.
Hevdem Mihemed EbdulSelam, berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê, li berteka cinayetên hovane yên Amerîkayê yê êrişa ser koçberên bêguneh li Seideyê got: Ev hovîtiya hikûmeta Amerîkayê işkesta wan a leşkerî di şer de nacebirîne. Her wiha êrişa ser sivîlên bêguneh jî ne destkevtek e.