Nîsan 21, 2025 18:04 Asia/Tehran
  • Êrişa Yemenê ser meqerên siyonîstan û paporên Amerîkayê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrişa ser meqerên sereke yên Rejîma Siyonîst û paporên amerîkî yên hilgirê balefiran li deryaya sor û deryaya ereb agahî da.

Serleşker Yehya Serî got: Wek berteka li himber dewama destdirêjiyên Rêjîma Siyonîstser gelê Xezzeyê û herwiha êrişên vê dawiyê yên Amerîkayê ser Yemenê  ji wan êrişa kujer a ser Senayê, yekîneya xwefiran a hêzên hewayî yên Yemenê du navendên Israîlî li navça Esqelana dagîrbûyî û navça Um El Reşaşê li başûra Filistîna Dagirbûyî dan ber êrişan.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha got: Wan Paporê hilgirê balefiran a  USS Truman û gemiyên li gel wê, li bakûra Deryaya Dor bi du mûşekên krûz û du xwefiran  dan ber êrişan.

Di operasyona duyemîn de hêzên Yemenê bi 3 mûşekên Krûz û 4 xwefiran êrişî gemiya USS Vinson û yekîneyên wê yên şer li deryaya Ereb kirin.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê tekez kir ku êrişên hêzên vî welatî ser armancên îsraîlî û amerîkî serketî cih hatin û ev êriş dê berdewam bin.

Serepeyv