Nûnerê parlemana Libnanê: Teror me nadin ser çokan
Endamê Fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Libnanê, amaje bi teror û êrişên terorîstî yên Rêjîma Siyonîst ser başûrê vî welatî kir û got: Ev kiryar me nadin ser çokan.
Elî Feyaz herwiha got: Başûrê Libnanê tim meydana cirîdê û amadeyî kiryarên bê ewlehker bo Rejîma Siyonîst e û dijmin her roj dest bi teroran dike û hîna beşeke axa me ku di şerê vê dawiyê de xostibû destê xwe, dagir kiriye.
Wî her wiha got: Ger dijmin wer dizane ku bi terorkirin û êrişa ser gund û xaniyan û girtina pêşiay vegera bo malên xwe dikare îradeya gelê me bişkîne, di xewn û xeyelan de ye.
Endamê Fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Libnanê, zext û zorên leşkerî û siyasî ji bo neçarkirina Berxwedanê ji bo dayîna serpişkiyan bêbandor da zanîn.