Generalekî malnişîn ê sîyonîst: Israyîl di rêya dîktatorîyê da ye
Kevnegeneralekî artêşa Rejîma Sîyonîst Serokwezîrê vê rejîmê bi tundî da ber rexneyan û ew rêberekî fasid bi nav kir û got ku Netanyahu di halê kaşkirina rejîma dagirker ber bi dîktatorîyê va ye.
Geora Aylind generalê malnişîn ê artêşa Rejîma Sîyonîst û yek ji darêjerên plana leşkerî ya têkçûyî ya navê Plana Generaln têkidarî bakura Zîvala Xezzeyê, Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê vê rejîmê bi gendelî û meyla bo dîktatorîyê tawanbar kir.
Vî generalê karbesbûyî herwiha got: Netanyahu rêberekî gendel e. Ew, Israyîlê ber bi dîktatorîyetekê va dibe û vî karî pêngav bi pêngav pêş de dibe.
Aylind herwiha bal kişand ser hegerên bêdengîya kabînê derheq karnama Netanyahu û got: Mixabin endamên kabîna wî dijî wî dernakevin, ji ber ku berdewambûna karê wan di kabînê da, bi awayekî rasterast girêdayîyê asta wefadarîya wan hibmer şexsê Netnyahu ye.