Dewama bombebarana navçeyên curbicur ên Yemenê bi balafirên Amerîkayê
Nîsan 17, 2025 15:26 Asia/Tehran
Medyaya Yemenê ragihand ku Amerîkayê di 24 sietên borî de 68 caran bakur, navend û rojavayê Yemenê bombebaran kiriye.
Di rapora medya Yemenê de hatiye ku herêma El Tehîta 4 caran, devera El Hefa li bajarê El Sebeîn li paytexta Yemenê 14 caran û bajarokê Benî Heşîş li parêzgeha Senayê jî 3 caran bûne armanca êrişên esmanî yên Amerîkayê.
Bajarê Menaxe yê parêzgeha Senayê jî carek hatiye bombebarankirin. Herwiha di encama êrişa esmanî ya Amerîkayê ser devera xelknişîn a El Nehze li bajarê El Sewre yê Yemenê, yemeniyek şehîd bû. Herêmên curbicur ên Yemenê bi taybet parêzgeha Hudeyde jî bûne armanca êrişên Amerîkayê.