Yemenê dîsan êrişî paporên amerîkî kir
Nîsan 06, 2025 17:22 Asia/Tehran
Hêzên çekdar ên Yemenê li bakura Deryaya Sor êrişî çend paporên amerîkî kirin.
Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê dîyar kir ku ew êriş û pevçûn çend sa`etan berdewam bûye û di êrişê da mûşekên kurûz, balestîk û xwofirr hatine bikaranîn û got: Hêzên Deryayî yên Yemenê bi mûşeka balestîk êrişî gemîya locestîk a amerîkî ya papora Herî Turûmen kirin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê pêgirî kir: Heta dema ku êrişa ser Xezzeyê neyê sekinandin û dorpêç ser wê herêmê neyê rakirin, operasyonên me jî dê neyên sekinandin.