Êrîşa mûşekî ya Yemenê ser balafirgeha Bên Goryonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353921-Êrîşa_mûşekî_ya_yemenê_ser_balafirgeha_bên_goryonê
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê di daxûyaniyekê de ragihand: Me balafirgeha Bên Goryonê bi mûşeka balistîk ya hîpersonîk a Filistîn 2`ê kir hedef.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 23, 2025 14:25 Asia/Tehran
  • Êrîşa mûşekî ya Yemenê ser balafirgeha Bên Goryonê

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê di daxûyaniyekê de ragihand: Me balafirgeha Bên Goryonê bi mûşeka balistîk ya hîpersonîk a Filistîn 2`ê kir hedef.

Yehya Serî tekez kir: Operasyona hêzên dagîrker li Yafaya dagirkirî bi awayekî serkevtî gihişt armanca xwe û geştên esmanî li balafirgehê rawestand. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha got: Me li deryaya sor êrişî ser gemiya balafirhilgir a Amerîkayê û hejmarek ji gemiyên dijminan kir. Serî wiha dewam kir: Em ê heta dawîhatina êrişan û rakirina dorpêça li ser Xezzê û rûbirûbûna êrişên Amerîkayê, li ser piştgirîkirina gelê Filistînê û girtina pêşiya gemiyên îsraîlî li navça operasyonê berdewam bin.