Ensarullah: Em ê dojeha rastîn nîşanî Trump bidin
Endamekî Ensarullaha Yemenê got: Me hinek mûşek û xwefir hene ku dikarin bigihêjin hemû baregehên Amerîkayê li navçê û dojeha ku Trump behsa wê dike û emê ji bo Amerîka û hevpeymanên wê çêbikin.
Di dewama bertekên fermî yên Yemenê li hember êrişên hovane yên Amerîkayê li dijî sivîlên yemenî, Emîn el-Berî endamê Encumena Alimên Yemenê û herwiha yek ji endamê tevgera Ensarullahê di hevpeyvînekê de ligel Tora Qudsê ragihand: Bersiva Yemenê li hember êrişên Amerîkayê dê gelek tund be û hêz û meqerên Amerîkayê li navçê armancên leşkerî yên rewa yên hêzên çekdar ên Yemenê ne. hinek mûşekên me û xwefirên me hene ku dijmin nikare li hember wan raweste û ev mûşek digihêje hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê û çeperên wan ên li Deryaya Sor.
Vî endamê Encumena Alimên Yemenê her wiha got: Amerîka dê li himberî Yemenê işkestê bixwe, Ji ber ku armanca Amerîkayê ji van êrişan berdewamkirina dorpêça ser Xezzeyê û birçîhiştina xelkê vê zîvalê ye. Di halekî de yemenî hewl didin ku vê dorpêçê bişkînin, xwarin û derman bikevin hundirê Xezzê û jin û zarokên Xezzeyê rizgar bibin. Wî got ku welatên ku êrişî me bikin dê rastî encamên giran werin.
Şirovekar di wê baweriyê de ne ku Trump bêyî ti zaniyariyên siyasî û leşkerî û bêyî ti plan û stratejiyekê,dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Yemenê kiriye, lê ev yek ji bo wî encamên berevajî hene û Amerîka xistiye nava qopiyekê ji ber ku yemeniyan nîşan dan ku teslîm nabin.