Hizbullaha Lubnanê: Me erka derxistina dagirkeran spartiye hikûmetê
Sibat 28, 2025 19:10 Asia/Tehran
Endamekî firakisyona Hizbullaha Lubnanê di merasima oxirkirina şehîdên Eyta El-Şeibê de tekez kir: Me jibo welatê xwe û serbilindiya xwe gelek berdêl da û me fîdakarî kirin.
Hesen Fezlullah, nûnerê frakisyona emekdariya bi berxwedanê li parlemana Lubnanê, di merasima oxirkirina şehîdên Eyta El-Şeibê de got: Van şehîdan ji welêt û gel û axa başûr û mezlûmên filistînî berevanî kirin û newestiyan.Fazlullah her wiha got: Bajarokê Eyta El-Şeib di êrişa Tîrmeha 2006an de serê gel bilind kir û di vî şerî de fîdakarî û şehîd hatin dayîn.
Wî her wiha got: Em ji bajarokê Eyta El-Şeibê, bajarê şanazî û rûmetê, radigihînin ku me erkê derxistina dagîrkeran ji deverên dagîrkirî ispartîye hikûmetê.