Ragihandina hûrgîliyên birêveçûna merasima oxirkirina şehîd Nesrulah û Sefîedîn
Serokê Komîteya Amadekar a merasîma oxirkirina Seyîd Hesen Nesrullah û Haşim Sefiedîn got: Yekşemî 23`ê Sibata 2025`an rojek e ku wê azadîxwazên cîhanê ji bîr nekin.
Hisên Fezlullah, Serokê Komîteya Amadekar a merasîma oxirkirina Seyîd Hesen Nasrallah û Haşim Safiedîn, bernameyên roja Yekşemiyê rave kirin û got: Bernameya fermî ya oxirkirinê, saet yekê piştî nîvro ya roja yekşemiyê destpê dike û tê de heft beş hene. Hisên Fezlullah diyar kir ku amadehiyeke tam ji bo pêşwazîkirina tazîdarên navxweyî û derveyî heye û wiha got: Di dawiya merasîma oxirkirinê de dê merasîmek ji bo sonda wefadariyê ji aliyê Mucahidan ve were lidarxistin.
Şêx Nasir Exzer, serokê komîta ragihandinê ya merasîma oxirkirina şehîd Hesen Nesrallah jî bi diyarkirina vî yekî ku merasîma oxirkirina şehîdên hêja Seyîd Hesen Nesrallah û Haşim Safiedîn dê ji gelek kanalên televizyonê bi awayekî zindî were weşandin, ragihand, Sîgnalên firêkansî û weşanê ji tor û piletformên herêmî û navneteweyî re hatine pêşkêşkirin, zêdetirî 30 komên berhemhênerên ereb, îslamî û derveyî, zêdetirî 3000 mêdiyakar, têknîkkar, hunermend, cihîner û çalakvan û bi dehan berhemhênerên xwebexş û rêveberên televizyonan dê vê merasîmê biweşînin. Seyîd Mihemed Mehdî Nesrullah, kurê Seyîd Hesen Nesrullah, di peyameke vîdyoyî de daxwaz ji hemû hezkiriyên Seyîd Hesen Nesrullah kir ku roja Yekşemiyê beşdarî merasîma oxirkirina sersekretêrê şehîd ê Hizbullahê bibin. Wî herwiha got: Yekşemî, roja nûkirina peymana digel Lebêyk Ya Nesrallah e. Roja Yekşemiyê roja nîşandayîna evîna li Nesrullah e û em ê hemû Yekşemiyê bibînin.