Sibat 17, 2025 15:45 Asia/Tehran
  • Nebîh Bêrî: Libnan ne koloniya Îsraîlê ye

Serokê parlemana Lubnanê tevî tekeziya ser çareserkirina kirîza firînên Îran û Lubnanê ji rêya gotûbêja rasterast a hikûmetan got: Rejîma Israîlê mafê biryardayînê ji bo Lubnanê tine.

Nebîh Bêrî Serokê Parlemana  Lubnanê wek berteka li  hember bûyerên vê dawiyê yên li vî welatî derbarê bûyerên balafirxaneya Refîq Herîrî ya Beyrûtê  ragihand: Niha em di qonaxeke gelek hestiyar de ne û ew kirîza ku li ser mesela  firokeyên Îranê de derketiye, divê bi berpirsyarî û  dûr ji helahelayên  medyayî bê çareserkirin. Ji ber ku şaştiyên nû û du serî  wê Lubnanê ber bi aloziyê ve bibin. Nebîh Berî her wiha got: Em tu carî rê nadin Rejîma Siyonîst a dagirker ku ji bo me biryaran bide.Serokê parlemana  Lubnanê bi  şêwazeke tund got: Em ne koloniya Israîlî ne û emê nebin jî û em li dijî her dîkteyeke biyanî  ne ku zirarê bide serweriya Lubnanê.

Serepeyv