Sibat 10, 2025 18:14 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Hizbullahê bi boneya salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê

Hizbullaha Libnanê ragihand ku bi derbasbûna zêde ji 45 salî, Komara Islamî bûye zilhêzeke herêmî û ji xwe ra di asta navdewletî da cî vekirîye.

Hizbullaha Libnê di daxûyanîyeke bi boneya salvegera serketina Şoreşa Islamî da ragihand: Hizbullah ji dil û can salvegera 46an a serketina Şoreşa Islamî ku xîmên hikûmeta islamî ya xurt  ûserbixwe danî û himberî zilhêzên cîhanê xwe natewîne, li Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşê û gelê Îranê pîroz dike.

Di dewama daxûyanîya Hizbullaha Libnanê da hatîye: Roja îro bi derbasbûna zêde ji 40 salî, Komara Islamî bûye zilhêzeke navçeyî û hebûna xwe wek rukneke bingehîn di hevkêşîyên herêm û cîhanê da misoger kirîye. 

Serepeyv