Netanyahu careka din li dadgehê amade bû
Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst îro di çaçrova hilkolandina dosîyên gendelîya wî da li dadgehê amade bû
Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst hema ku duh ji Waşîngtonê zivirî, îro li dadgeha cinayetan amade bû ta ku hilkolandina tawanbarîya wî ya di warê gendelîyê da li Dadgeha Tel Avîvê were domandin.
Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst hefteya buhurî li Amerîkayê bû, lewma ji bo şehedîdayînê li dadgehê amade nebû û di vê çarçovê da hefteya buhurî 2 civîn ji sê civînên dadgehê ji ber ku dadwerek tûşî Anfiloanzayê bibû, hatin ibtalkirin.
Netanyahu di destpêka civîna ji bo şehedîdayînê da idia kir ku pêrgî pirsgirêkên tenduristîyê bûye û tixtoran di asteek zêde da antîbîyotîk danê.
Şayanî gotinê ye ku gellek dosîye dijî netanyahu hatine vekirin.