Sibat 08, 2025 17:52 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Amerîka nikare projeya xwe ser Bereya Berxwedanê de bisepîne

Cîgirê Serokê Konseya Siyasî ya Hizbullahê, ji ber helwesta serokkomariya Lubnanê li hember gotinên kirêt ên nûnerê Amerîkay destxweşî li wî kir û ragihand ku Waşington nikare projeya xwe ser navçeyê de bisepîne.

Di dewama bertekên rayedarên Hizbullahê li hember gotinên kirêt ên nûnerê Amerîkayê li karûbarên navçeyî li dijî berxwedana Lubnanê, Mehmûd Qematî, cîgirê serokê Konseya siyasî ya Hizbullahê got: Amerîka nikare  pêşiya beşdarbûna Hizbullahê di hikûmeta Lubnanê de bigire û nûnerê Amerîkayê bi van gotinên xwe yên kirêt ji xwe gef li komeke mezin ji lubnaniyan xwariye û bêrêzî li wan kiriye. Mehmûd Qematî her wiha got, Amerîka nikare projeya xwe ser navçeyê de bisepîne û nikare pêşiya beşdarbûna Hizbullahê di hikûmeta pêşerojê ya Lubnanê de bigire. Wî her wiha got: Ev  gotinên nûnerê Amerîkayê nîşana  rezîlbûna herî zêde ya  amerîkiyan û ji xwe nimayişeke pûç û vala ye.

Serepeyv