Çile 20, 2025 15:50 Asia/Tehran
  • Sena: Dijmin nikarin Yemenê işkest bidin

Endamê Konseya Bilind ya Siyasî ya Yemenê derheq her destdirêjiya ser vî welatî hişyarî dan Sêgoşeya Destdirêjiyê yanê (Amerîka, Înglîz û Rejîma Siyonîst) û ser lawaziya wan di warê işkestdana Yemenê tekez kirin.

Mihemed Elî El-Hûsî endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Divê em  şukra Xwedayê mezin bikin ku li rêya piştgiriya ji zîvala Xezzeyê alîkariya me kir.

El-Hûsî her wiha got, em ji kesên ku dixwazin êrişî Yemenê bikin re dibêjin ku ew nikarin xelkê ku  niha xwedî mûşekên deqîq in têk bibin.

Wî her wiha  got: Em ji Erebistana Siûdî re dibêjin ku pêşbînî û nêrînên we yên berê şaş bûn û her destdirêjiyek nû ser Yemenê dê zirareke mezin bide aboriya we.

Serepeyv