Pêgirîya Mîqatî ser pêwîstîya vekişîna Rejîma Sîyonîst ji Libnanê
Serokwezîrê demkî yê Libnanê di hevdîtina digel Seorkomarê nû yê vî welatî da pêgirî ser pêwîstîya vekişîna hêzên israyîlî ji başûra Libnanê û sekinandina binpêkirina agirbesê kir.
Necîb Mîqatî Serokwezîrê demkî yê Libnanê pişt hevdîtina digel Jozêf Ewn Serokomarê nû yê vî welatî da got: Min û Jozêf Ewn basa destkevtên hikûmetê di 2 salên buhurî da kir. Me basa rewşa başûra Libnanê û pêwîstîya vekişîna artêşa Israyîlê û sekinandina binpêkirina agirbesê ji hêla vê rejîmê va kir.
Mîqatî herwiha got: Serokomar ez ji bo pêşdebirina karên kabînê heta kivşkirina Serokwezîrê nû rasipardim. Kabîna bê yê bikaribe sîyasetên nû yên serokomar bi cih bîne.
Serokwezîrê demkî yê Libnanê herwiha got: Me qonaxek derbas kir ku tê da me karî welêt û artêşê biparêzin. Min bi Jozêf Ewn ra derbara pêngavên li gorî qanûna bingehîn ji bo pêkanîna kabîna nû qise kir.