Çile 09, 2025 18:50 Asia/Tehran
  • Civîna ewlehiyê ya Rejîma Siyonîst li ser Tirkiyê

Medyayên Rejîma Siyonîst basa birêveçûna civîneka ewlehiyê ya bi mijara gefên Tirkiyê kirin.

Televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand ku civînek bi amadebûna Yesraîl Kats, wezîrê cengê, Gidûn Sair, wezîrê karên derve û Hêrtzî Haloy, serokerkanê artêşa vê rejîmê bona hilkolandina gefên muhtemel ên ewlehiyê ji aliyê Tirkiyê ve pêk hatiye. Ev civîna du rojan piştî wê pêk hat ku komîteyeka hikûmî di rapora xwe ya bo Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst de, daxwaza amadetiya ji bo şerreka muhtemel bi Tirkiyê re kir. Di vê raporê de li bara hevalbendiya bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re dilnîgeraniya hatibûn diyarkirin.

Serepeyv