Telaviv: Ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 891 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352755-telaviv_ji_destpêka_şerê_xezzeyê_heta_niha_891_leşkerên_Îsraîlî_hatine_kuştin
Artêşa Rejîma Siyonîst li xwe mikur hat ku ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 891 efser û leşkerên wê hatine kuştin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 02, 2025 13:20 Asia/Tehran
  • Telaviv: Ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 891 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin

Artêşa Rejîma Siyonîst li xwe mikur hat ku ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 891 efser û leşkerên wê hatine kuştin.

Artêşa Siyonîst îro ragihand ku ji destpêka şerê Xezzeyê ve heta niha 891 efser û leşkerên vê rejîmê di  nav şer de hatine kuştin û ev hejmara herî zêde ya kuştiyên artêşa vê rejîmê ji dema  şerê sala 1973`an vir ve ye.Artêşa dagirker her wiha li xwe mikur hat ku di dereqa10 salên derbasbûyî û beriya şerê Xezzeyê de, di şerê 2014’an de 152 efser û leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.Radyoya Artêşa Siyonîst îro jî  ragihand ku ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 28 serbazên wan ji wan 16  leşkerên yedek xwe kuştine.Haaretz ê jî ragihand: Bi hezaran leşkerên Îsraîlî ji destpêka şerê Xezzeyê ve, ji ber zextên derûnî ji xizmetkirina di beşa leşkerî, vegeryane.