Kanûn 26, 2024 17:45 Asia/Tehran
  • Ketina tankên Rejîma Siyonîst nav geliyê El Hecîrê li Libnanê

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku tankên Rejîma Siyonîst ji bo cara yekê piştî şerrê 33 rojî derbasî geliyê El Hecîrê li başûrê Libnanê bûn.

Bi ketina tankên Rejîma Siyonîst nav vê navçeyê, xelkê bajarokên Quneytere û Edşît El Qesîrê ji van navçeyan derketin û çûne bajarokê Xendûriyê. Hevgavê ketina leşkerên Siyonîst nav navçê, artêşa Libnanê rêya ketina nav navçeya El Hecîrê girêda.

Leşkerên Rejîma Siyonîst herwiha karmendekî xwecihî yê UNIFIL`ê yanê Hêza Parêzvana Aştiyê ya NY li Libnanê dema ku diçû ser karê xwe birîndar kirin û eW revandin û piştî çend saetan ev radestî artêşa Libnanê kirin.

Xwefirên artêşa Rejîma Siyonîst jî ji sibeha îro pêncşemiyê ve bi awayeka berfireh li ser esmanê bajarokên Quneytere, Wadî El Hecîr, Dêr Soriyan û bajarok û gundên din ên nêzî geliyê El Hecîrê difirin.

Serepeyv