Kanûn 23, 2024 18:03 Asia/Tehran

Berdewamiya piştgiriya hêzên çekdar ên Yemenê ji berxwedana Filistînê û lawaziya Rejîma Siyonîst li hemberî mûşekên yemenî rastî bertekên curbicur ên derdorên siyonîstî hat.

Piştî berdewamiya piştevaniya hêzên çekdar ên Yemenê ji berxwedana Filistînê û lawaziya  Rejîma Siyonîst li hemberî mûşekên Yemenê, Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê vê rejîmê  li devojeniyên xwe yên nû gefa êrişên leşkerî li Yemenê xwar.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li hewildana ji bo rewanîşdayîna  destdirêjiya ser Yemenê û wergirtina piştgiriya navneteweyî ji wê îdia kir: Hûsiyên Yemenê ne tenê  gefek li dijî  paporên navneteweyî ne belku metirsiyek li dijî hemû pergala navneteweyî  ne.

Ev gotin piştî ku hêzên çekdar ên Yemenê bi mûşekeke balîstîk navenda Telavîvê bi awayekî serketî dan ber êrişan û  sîstemên berevaniyê yên vê rejîmê nekarîn vê mûşekê  radû bikin, hatin hilêxistin.

Artêşa Îsraîlê û saziyên ewlehiyê li xwe  mikur tên ku şerê  tev Yemeniyan ji ber zehmetbûna berhevkirina agahiyên ewlehiyê  karekî lihevaliyayî û giran e. 

Hizam Esed, Endamê Polîtboroya Tevgera Ensarullaha Yemenê gotiye: Em natirsin ku şerekî giştalî ser me de bê sepandin û  divê Amerîka û Rejîma Siyonîst bitirsin ji ber ku encam wê  dê ne li  ser xêra wan be.

Serepeyv