Kanûn 21, 2024 17:53 Asia/Tehran

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Yemenê di daxûyanîyekê da ragihand ku bi mûşeka balestîk a haypersonîk a Filistîn2yê êrişî navçeyeek Yafaya dagirbûyî ango Tel Avîvê kir.

Generalê Duyem Yehya Serî Berdevkê Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Yemenê îro ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî di çaçrova piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê da, di çarçova operasyonekê da bi mûşeka balestîk a Haypersonîk a Filistîn2 êrişî cîyekî leşekrî li herêma Yafa ya dagirbpyî kirin.

Di dewama daxûyanîya hêzên yeemnî da hatîye ku mûşeka haypersonîk rast li armanca kivşkirî li Yafayê ket û mertala berevanîya esmanî ya Rejîma Sîyonîst nekarî pêşîya wê bigire.

Medyayên ibrî jî raghiandin ku hejmara sîyonîstên di encama êrişa mûşekî ya hêzên yemenî da birîndar bûne, jorda çû.

Medyayên ibrî ragihandin ku heta nika herîkêm 30 sîyonîst di encama vê êrişê da li Tel Avîvê birîndar bûne.

Artêşa Rejîma Sîyonîst jî bi awayekî fermî mukur hat ku nekarî mûşeka hêzên yemenî ya balestîk a haypersonîk a Filistîn 2 bişopîne û biteqîne.

Rojnama Mearîv a sîyonîstan jî ragihand ku ji destpêka şerê Xezzeyê yanî ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika zêde ji 200 mûşek û zêde ji 170 xwefirrî ber bi vê rejîmê va hatine avêtin. 

Serepeyv