Kanûn 18, 2024 18:05 Asia/Tehran
  • Rejîma Sîyonîst agirbes li Libnanê binpê kir

Binpêkirina agirbsê ji hêla Rejîma Sîyonîst va li Libnanê hela jî didome.

Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst ser bajarokê Mecdel Zonê li başûra Libnanê da, 3 kes hatin birîndarkirin.

Rejîma Sîyonîst bi xwofirrê êrişî maşînekê li başûra Libnanê kir ku di encama wê êrişê da jî 2 kes birîndar bûn. 

Artêşa Rejîma Sîyonîst herwiha ragihandîye ku hejmarek bajaroknişînên sîyonîst ji sînorên Filistîna Dagirbûyî derbas bûne û çûne nav axa Libnanê û li wir kon vedane.

Çavkanîyên nûçeyan herwiha ragihand ku xwofirreke sîxorîyê ya sîyonîstan li esmanê Beyrût û Zahîyeya li başûra Libnanê gerrîya. 

Artêşa Rejîma Sîyonîst heta nika nêzî 220 carî agirbesa digel Libnanê binpê kirîye ku di encamê da çend kes hatine şehîdkirin an birîndarkirin. 

Serepeyv