Êrişa Yemenê ser erdên dagirbûyî
Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîstî derbarê êrişa bi xwefiran ser başûrê erdên dagirbûyî agahî dan.
Radyoya Artêşa Siyonîst îro ragihand ku xwefirek li bajarê Yefne li bakurê bajarê Esdûdê li başûra navçeyên dagîrbûyî ket.
Vê radyoyê her wiha diyar kir wer tê xûyanê ku ev xwefir ji Yemenê hatiye avêtin.
Hinek medyayên din ên Rejîma Siyonîst gotine ku diqewime ev xwefir ji Iraqê hatiye avêtin.
Li gorî vê raporê, sîstema radarê ya Rejîma Siyonîst ev xwefir radû nekir û lêkolînên artêşê derbarê wê destpê bûne.
Pêştir Serleşker Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihandibû: Di çarçoveya bereyavniya ji mezlûmiyeta gelê Filistînê û bersiva êrişên ser zîvala Xezzeyê hêzên çekdar ên Yemenê bi hevrêtiya berxwedana Îslamî ya Iraqê,Operasyoneke leşkerî pêk anî û di wê operasyonê de li başûra Filistîna dagirkirî cihekî sereke û bingehîn ket ber êrişan.