Binpêkirina agirbesê îsraîlê ve
Kanûn 01, 2024 19:20 Asia/Tehran
Artêşa rejîma qirkir a Îsraîlê Şemiyê bi şev û sibeha îro bajaroka Xeyamê li başûrê Libnanê da ber êrişên bi xwefiran.
Xwefirên îsraîlî piştî pêkhatina agirbesê li ser esmanê Bêyrût û Zahiyeya Başûr nizim firrîn. Xwefirên îsraîlî herwiha li ser esmanê Beilelbek û bajarokên Eyterûn û Bênt Cobêyil ên Libnanê jî firrîn. Herwiha di encama êrişa dagirkirên siyonîst ser bajaroka Reb Selasînê li başûrê Libnanê da du kes şehîd bûn û du kes jî birîndar bûn. Rejîma Siyonîst dibêje vegera li 68 gundan li başûrê Libnanê qedexe ye.