Mijdar 26, 2024 18:18 Asia/Tehran
  • Ihtimala pêkanîna agirbesê li Libnanê

Hevgavê deng û bas û nirxandinên têkildarî ihyimala pêkanîna agirbesê li Libnanê, Wezîrê Karên Derve yê vî welatî pêgirî kir ku heke êrişên ser welatîyên libnanî neyên kêmkirin, dê berxwedana himber Rejîma Sîyonîst were domandin.

Ebdullah Bû Hebîb Wezîrê Karên Derve yê Libnanê ragihand ku Libnan yê di çarçova rêkevtinameya agirbesê da, 5 hezar eskeran li başûra welêt bi cih bike,

Wî herwiha got: Dewleta Libnanê ne bi dû sekinandina berxwedanê ye û heke Israyîl vê pêşnîyara Libnanê qebûl neke, meriv dê nekaribe basa siberojê bike.

Ji duh va hinek medyayan ji zarê rayedarên amerîkî ragihandin ku diqewime li Libnanê di saetên pêşber da li ser agirbesê lihevkirin pêk were.

Mihemed Re`id Serokê Fraksyona Berxwedana Islamî ya Libnaê jî derbara ihtimala agirbesê da ragihandîye ku her pêşnîyara ku rêzê li serwerîya Libnanê bigire, dikare bibe mijara nîqaş û gotûbêjê. 

Wî herwiha got: Rejîma Sîyonîst heta nika 30 hezar carî dawîn biryarnama Konseya Emnî ya NY derbara sekinandina şêrr a di sala 2006ê da binpê kirîye û got: Ew binpêkirin û kiryar bi piştgirîya welatên rojavayî nemaze ya Amerîkayê pêk hatin. 

 

Serepeyv