Hizbullahê êrişî çend cîyên girîng û istiratejîk ên Rejîma Sîyonîst kir
Navenda Ragihandina Cengê ya Hizbullaha Libnanê ragihand ku vê tevgerê bi mûşekan êrişî çend cî û çeperên hestyar û istiratejîk ên Rejîma Sîyonîst kir.
Hizbullaha Libnanê di dewra nû ya êrşên ser artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa teorrê da îro çend operasyon dijî çeper û cîyên leşkerî û istiratejîk û bajarokên sîyonîstnişîn ên bakura Filistîna Dagirbûyî kir û bi sedan mûşek ber bi wan va avêt.
Artêşa Rejîma Sîyonîst jî mukur hat ku vê sibê herîkêm 35 mûşekên giran ku ji başûra Libnanê va hatibûn avêtin, li bendera heyfayê û devera Celîl li bakura Filistîna Dagirbûyî ketin.
Li gorî daxûyanîyên 1û 2 ku Hizbullaha Libnanê vê sibê derxist, çend mûşek li binkeya Şiraga wek binkeya idarî û fermandetîya Çiqa Golanî ya artêşa Rejîma Sîyonîst ku ketîye bakura şarê dagirbûyî yê Ekayê, ketin. Di daxûyanîya sêyem a Hizbullahê da jî hatîye ku çend mûşek li binkeya fermandetîya Tabûra Peya ya Rojhilata artêşa Rejîma Sîyonîst ku ketîye serbazgeha Ramîmê , ketin.
Di daxûyanîya çaran a Hizbullaha Libnanê da jî hatîye ku vê tevgerê cîyê kombûna leşekrên sîyonîst li binkeya teze-avakirî ya fermandetîya çiqa rojava ya artêşa Rejîma Sîyonîst ku ketîye serbazgeha Ye`rayê, ketin.
Li gorî daxûyanîya pêncan a Hizbullaha Libnanê jî, binkeya Setîla Marîs a Hêza Deryayî ya artêşa Rejîma Sîyonîst ketîye ber êrişa bi mûşekan.
Hizbullaha Libnanê îro herwiha ragihand ku bi xwofirrê êrişî binkeya yekîneya taybet a deryayî ya Şîyêtet 13 ya artêşa Rejîma Sîyonîst li serbazgeha Etlîtê kir ku ketîye başûra şarê dagirbûyî yê Heyafayê.
Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyeke din da jî ragihand ku bi xwofirra teqandinê û mûşekan êrişî cîyê kombnûa leşkerên Rejîma Sîyonîst li xala lêgerîna leşkerî ya li bajarokên Ovîyom, Yeroyûn, Minare û rojhilata bajarê Maron Re`is û binkeya Dovîyoyê kirîye.