Mijdar 12, 2024 18:50 Asia/Tehran
  • 12 êrşên siyonîstan ser Zahiya başûra Beyrûtê li çend sietên derbasbûyî de

Rejîma îşgalker a siyonîst li çend sietên derbasbûyî de piştî fermana valakirina xelkê navça Zahiya başûrî, 12 caran ev navçe dan ber êrişên xwe yên hovane.

Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst îro li dewama êrişên  xwe ser başûra Lubnanê 12 caran  navçeya Zahiya Lubnanê dan ber êrişan. Piştî van êrişan, pêleke nû ya awarebûna xelkê başûra Lubnanê dest pê bûye.Artêşa Îsraîlê  îro gef  xwaribû  ku çend avahiyên  Zahiya başûrî ya Beyrûtê dê bide ber êrişan.

Artêşa dagirkir Zahiya  başûra Beyrûtê û çend bajarên din ên Lubnanê dan ber êrişan.

Hevgav Hizbullaha Lubnanê ragihand ku vê  sibê bajarokê siyonîstnişîn ê Kefer Blûmê ya Siyonîstî bi çend mûşekan kire armanc û Mucahidên Berxwedana Îslamî li yekîneya berevaniya hewayî  vê sibê xwefireke  Israîlî neçar kirin terka esmanê El-Nebetiyê bide.

Serepeyv