Daxuyaniya artêşa Yemenê derbarê êrişa ser meqera Nevatîmê
Mijdar 08, 2024 17:08 Asia/Tehran
Artêşa Yemenê di daxûyaniyekê de tekezî li êrişa ser baregeha Nevatîmê li erdên dagîrbûyî kir.
Yehya Serî,Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got:Me bi armanca êrişa ser baregeha hewayî ya Nevatîmê li nevçeya Neqbê li başûrê Filistîna dagirkirî, operasyoneke leşkerî ya taybet pêk anî.
Li gor gotina berdevkê artêşa Yemenê, ev operasiyon bi mûşeka balistîk ya haypersonîk ya Filistîn 2 pêk hat û bi îzna Xwedê gihîşte armanca xwe.
Berdevkê artêşa Yemenê got:Em hemû cîhanê piştrast dikin ku em dev ji rêya Cîhad û Quranê û fîdakarî û serketinê bernedin. Em cardinê ji mucahidên filistînî û libnanî re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne û em heta serketina tam bi hemû hêza xwe ji bo rawestana li ber hêzên îstikbarê û amûrên wan ên li navçê li gel we ne.