Êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser başûr û rojhilata Libnanê
Êrişên hewayî yên rejîma Siyonîst hîna jî ser başûrê Libnanê didomin.
Du bajarokên Belat û Şeqra bûne hedefa êrişên bi xwefiran. Di encama bombebarana navendeka alîkarî û rizgarkirinê li başûrê Libnanê da çar kes şehîd bûn. Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst ji şefeqê ve heta sibeha îro çend caran navçeyên curbicur ên Libnanê heta sînorên Sûriyê dan ber bombeyan. Di encama êrişa hewayî ya hovane ya Rejîma Siyonîst ser bajaroka Zebûdê li navçeya El Boqayê ya bakûr li rojhilata Libnanê da 17 endamên malbatekê şehîd bûn. Rejîma dagirkir bajarokên Eita El Şe`eb, Bariş, Mecadil, Qasimiye, Koseriye El Rez, Sela, Meirûb û Eynasayê li başûrê Libnanê jî dan ber êrişên ji esmîn ve.Hin medyayan jî basa şehîdbûna kesekî û birîndarbûna du kesên din di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser bajaroka Ebayê li başûrê Libnanê kirin.Du bajarokên Temenmîn û El Nebî Şît li navçeya El Boqayê li rojhilata Libnanê jî ketin ber êrişên hewayî yên artêşa dagirkir.Wezareta tendirustiya Libnanê ragihand ku di encama êrişên çend rojên buhurî da heta nika 783 welatiyên libnanî şehîd bûne û du hezar û 312 kes jî birîndar bûne