3 Operasyonên leşkerî yên Yemenê li Deryaya Sor
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê cihanîna 3 operasyonên leşkerî li deryaya sor êrişa ser gemiyekê û du papoşikênên Amerîkayêagahî da.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Serleşker Yehya Serî ragihand ku ew hêzli bakurê Behra Sor 3 operasyonên leşkerî cih anîne ku di van operasyonan de gemiya CONSTSHIP ON ku bi binpêkirina rêzikên hat û çûyînê bo benderên Filistîna dagirbûyî di Behra Sor digeriya bi çend mûşekên balistîk û xwefiran bi awayekî deqîqî ket ber êrişan û paporşikêna amaerîkî ya Kûl li kendava Edenê ket ber êrişa çend xwefiran û operasyon serketî bû. Her wiha paporşikêna “Labon” jî bi çend mûşekên balîstîk hatiye armanckirin.
Serî amaje bi işkesta her du keştiyan li hember mûşek û xwefirên Yemenê kir û teqez kir: Hemû tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li navçeya operasyona deryayî bi armanca piştevaniya ji dijminê Îsraîlî tevgerên dijminane tên hesibandin û em ti carî ji armanckirina wan dudil nabin û operasyonên hêzên çekdar ên Yemenê heta rawestandina tam a êrişên Rejîma Siyonîst û rakirina tam a dorpêça ser gelê Filistînê dê berdewam bin.