Hizbullaha Libnanê 2 bargehên Rejîma Îsraîlê kirin hedef
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i349902-hizbullaha_libnanê_2_bargehên_rejîma_Îsraîlê_kirin_hedef
Hizbullaha Libnanê bi weşandina daxûyaniyên cuda ragihand ku du baregehên leşkerî yên Rejîma Siyonîst kirine armanc û hin leşkerên dijminê siyonîst kuştine.
(last modified 2024-07-26T12:38:17+00:00 )
Tîrmeh 26, 2024 16:06 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê 2 bargehên Rejîma Îsraîlê kirin hedef

Hizbullaha Libnanê bi weşandina daxûyaniyên cuda ragihand ku du baregehên leşkerî yên Rejîma Siyonîst kirine armanc û hin leşkerên dijminê siyonîst kuştine.

Hizbullaha Libnanê îro di yekemîn daxuyaniya xwe de ev nûçe ragihand û di daxuyaniya duyemîn a Hizbulahê de hatiye gotin ku şervanên Berxwedana Îslamî, sîstema teknîkî ya binkeya Ramiyayê bi mûşekek ku dihate birêvebirin kirine armanc û mûşek rasterast li armancê ketiye û ew ji nav birine.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê di sêyemîn daxûyaniya xwe de jî ragihand: Şervanên Berxwedana Îslamî îro Îniyê bi çekên guncav kombûna leşkerên Rêjîma Siyonîst li binkeya Hedeb Yaronê kirin armanc û hin leşkerên dijmin kuştin. Berxwedana Îslamî ya Libnanê îro danê vê sibê ragihand ku yekîneya berevaniya esmanî ya Hizbullaha Libnanê bi avêtina mûşekan, balafirên cengê yên artêşa dagîrkir li esmanê Libnanê kirin armanc ku di encamê de ev balafirên cengê neçar man ji esmanê Libnanê birevin û berê xwe bidin Filistîna dagîrkirî.