Endamê Ensarullahê: Şehîd Reîsî û Emîr Ebdullahiyan roleke girîng di warê berevaniya gelê Yemenê de hebûn
Endamê polîtboroya Ensarullahê ragihand ku serokkomarê şehîd, Îbrahîm Reîsî û wezîrê karên derve yê Îranê, şehîd Husêyn Emîrabdullahiyan roleke girîng di piştgiriya doza Filistînê û berevaniya ji gelê Yemenê de hebûn.
Fezl Ebû Talib, endamê polîtboroya Ensarullahê li Twitterê nivîsî: Dema ku em li balyozxaneya Îranê ya li Sanayê bûn, ji bo sersaxiyê ligel şandekê ku ji Muftiyê Komara Yemenê , rêveberê nivîsgeha sekreterê giştî û polîtboroya Ensarallah, li nav deftera ku li wir hatibû danîn, me nivîsand:Wefata Serokomarê Îranê yê Şehîd Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Şehîd Huseyîn Emîrebdullahiyan ji bo gelên Misliman xisareke mezin e. Ev her du şehîd mînakên pêşketî yên hişyarî, têgihiştin û qebûlkirina berpirsiyariya cîhadî ya rawestana li hember mêtingeriya cîhanî bûn û roleke giring di warê piştgiriya doza Filistînê û berevaniya ji gelê Yemenê de hebûn.