Amerîka û Îngilîsê 6 caran balafirgeha El Hudeyda ya Yemenê bombebaran kirin
Îro çarşemê firokeyên cengê yên Amerîka û Inglîzê çend caran firokexaneya bajarê Hodeyda li rojavayê Yemenê bombebaran kirin.
Balafirên hevpeymaniya destdirêjker a Amerîka û Inglîzê 6 caran Balafirgeha Hudeyda ya li peravên Deryaya Sor bombebaran kirin.Di mehên dawî de, deverên curbicur ên Yemenê bûne armanca êrişên tund ên Amerîka û Îngilîzê. Ev êriş bi armanca zexta ser Yemenê ji bo rawestandina dorpêça deryayî ya ser Rejîma Siyonîst cih tê.Di heyama çend mehên borî de, piştî destpêkirina operasyona bahoza El-Eqsayê li Xezeyê, boan piştgiriya ji berxwedana gelê Filistînê, artêşa Yemenê çend gemiyên rejîma dagîrkerê Qudsê an jî gemiyên ku ber bi navçeyên dagîrbûyî ve diçûn li Xezeyê kirine armanc û berpirsiyar bûne ku heta dema ku Rejîam Siyonîst êrişên xwe ser Xezeyê ranewestîne, ew dê êrişên xwe ser gemiyên vê rejîmê an gemiyên ku ber bi erdên dagirbûyî li deryaya sor ev diçin berdwam bikin.