Meşa li Merakiş, Yemen û Urdinê ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i346348-meşa_li_merakiş_yemen_û_urdinê_ji_bo_piştevaniya_ji_xelkê_xezeyê
Roja Înê xelkê Merakiş,Yemen û Urdinê ji bo hevgirtinê bi xelkê Xezeyê û dijberiya li himber komkujiya ji aliyê Rejîma Siyonîst li Xezeyê meşek li dar xistin.
(last modified 2024-02-03T03:12:30+00:00 )
Sibat 03, 2024 06:40 Asia/Tehran
  • Meşa li Merakiş, Yemen û Urdinê ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê

Roja Înê xelkê Merakiş,Yemen û Urdinê ji bo hevgirtinê bi xelkê Xezeyê û dijberiya li himber komkujiya ji aliyê Rejîma Siyonîst li Xezeyê meşek li dar xistin.

Bi hezaran kes ji xelkê Merakişê li 60 bajarên vî welatî ji bo piştgiriya ji xelkê  Xezeyê  û berxwedana filistîniyan û li dijî siyaseta birçîbûn û koçberkirina bi darê zorê ya filistîniyan  meşek li dar xistin û ji saziyên navneteweyî xwestin ku bila berpirsiyariyên xwe ji bo rawestandina kuştina filistîniyan ji aliyê Rejîam Siyonîst ve  bi cih bînin.Li Senayê  jî xwenîşandanek mezin  ser navê Em heta serketinê bi Xezeyê re ne" hat lidarxistin û xwepêşanderan ji bo piştgiriya ji helwêsta Yemenê ji bo piştevaniya ji milet û berxwedana Filistînê li hember êrişên Amerîka û Rêjîma Siyonîst ev meş li dar xistin. 

Parêzgehên Tefîle û Eqbe li başûrê Urdinê jî bûne şahidê xwenîşandanên bi vî rengî û xwepêşanderan ji civaka cîhanî xwestin ku bila zextê bidin ser Rêjîma Siyonîst ji bo rawestandina cinayetên xwe li Xezeyê.