Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê: Terorkirina şehîd Salih El-Arûrî dê were bersiv dayîn
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: terorkirina Salih El-arûrî, cîgirê serokê polîtboroya Hemasê li Zahiya başûrî ya Beyrûtê, bê bersiv û siza nemîne.
Seyîd Hesen Nesrullah, bal kişand ser operasiyona berxwedana Lubnanê dijî siyonîstan li başûrê vî welatî û ragihand:
Berxwedana Îslamî di sê mehan de zêdetir ji 670 operasiyon li dar xistine û 48 çeperên sînorî yên siyonîstan jî zêdetir ji 670 operasiyonandane ber êrişan.
Seyîd Hesen Nesrullah got ku berxwedana Îslamî heta niha 494 êriş pêk anîne û di van êrişan de 50 xalên sînorî zêdetirî carekê ketien ber êrişan.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê tekez li ser wê yekê kir ku şehîdkirina Salih El-Arûrî û hevalên wî li Lubnanê bêguman bêceza namîne û fermandarên operasyonê dê li barê barê de biryarê bidin
Nesrallah amaje bi alûgurên Iraqê kir û got, niha derfeteke gelek baş li pêşberî Iraq û Lubnanê de ye ku dawî li dagirkerî û hebûna dagirkeran bînin.