Çile 06, 2024 10:01 Asia/Tehran
  • Kiryara Amerîkayê dijî Yemenê dê berdêleke giran ji bo vî welatî hebe

Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê got: Em bawer dikin ku eger şer berdewam be, umetên ereb û îslamî hêdî hêdî dê tevlî vî şerî bibin.

Muhemed El-Bexîtî tekez kir ku berdewamiya siyaseta  Amerîkayê  bo rûbirûbûnê dê ji aliyê exlaq û leşkerî ve bedêleke giran bo vî welatî hebe. 

Muhemed El-Bexitî got ku ev siyaset  di dawiyê de  dê bibe sedemabi dawîbûna hejemonya Amerîkayê li herêmê û got: Amerîka û hevalbendên wê li hemberî berxwedana Filistînê  li Xezeyê, yanî xelkê  ku di nav welatekî biçûk de dijîn, işket xwarine  çawa dikarin   bi welat û gelên piştgirê bereya  berxwedanê rawestin?

Di heman demê de serokê taxima muzakereyên Senayê helwesta Yemenê di warê piştevaniya ji zîvala Xezeyê berheq  û berpirsiyar bi nav kir.

Muhemed Ebdul Selam li daxûyaniyekê ragihand ku hovîtiya Rejîma Siyonîst û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê ji bo xizmetkirina vê rejîmê gefek dijî  navçe û welatên derdora deryaya sor e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate pêşniyarkirin ku Amerîka û hevpeymanên wê dev ji mantiqa îstkbarê berdin.

Serepeyv