Kanûn 17, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • Ensarullah: Eger êrîşa ser Xezeyê neyê rawestandin, operasyona leşkerî ya Yemenê dê berfireh bibe

Muhemed Bexîtî endamê Konseya Sîyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê êvara Şemiyê tevî redkirina rawestandina operasyona leşkerî ya vî welatî li dijî navendên Rejîma Siyonîst û keştiyên vê rejîmê, hişyarî da ku eger êrîşa ser Xezeyê neyê rawestandin, dê operasyona leşkerîya Yemenê berfireh bibe û heta kûrahiya vê rejîmê were domandin.

Bexîtî her wiha bi ragihandina vêya ku dijminê Îsraîlî kuştiyên ji ber operasyona Yemenê vedişêre, got: Me karî hêla deryageriya bo Îsraîlê bi rêya Deryaya Sor hema bêje bi tamî rawestînin.

 

Muhemed Ebdusselam Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê jî êvara Şemiyê qala gotûbêja digel aliyên navneteweyî derbarê operasyonên artşa vî welatî li Deryaya Sor û Deryaya Ereb kir û got ku ev gotûbêj bi çavdêriya Omanê didomin.

 

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Di hevdîtinên cûrbicûr ku didomin, teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku helwêsta Yemenê derheq Xezeyê nayê muzakirekirin û keştiyên dijmin an ewên ku ber bi bendergehên Rejîma Siyonîsst diçin, heta rawestandina êrîşan û şikandina dorpêça sser Xezeyê şandina alîkariyên mirovdostane bi awayê berdewam bo Zîvala Xezeyê, armancên êrîşên me ne.

 

Artêşa Yemenê di hefteyên raborî da ji bo piştevaniya ji Berxwedana gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê çend keştiyên Rejîma Siyonîst li Deryaya Sor û Tengava Babul-Mendebê kirine armanc.

Serepeyv