Endamê Ensarullahê: Ger Amerîka aloziyan çêbike dê nakokî berfireh bibin
Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê bal kişans ser operasiyonên hêzên leşkerî yên vî welatî li dijî gemiyên siyonîstî û got: Ger Amerîka aloziyan çêbike dê nakokî berfireh bibin.
Mihemed El-Bexitî got: Yekitiya bi hêz a bereya berxwedanê di zûtirîn dem de pêwîst e.
Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullahê got: Divê em wek welatên bereya berxwedanê girîngiya faktora demê fam bikin.
El-Bexitî eşkere kir: Me berê operasyonên leşkerî li Deryaya Sor û Deryaya Mokran pêk anîbûn û amerîkî jî dizanin ku ev gef bêesas in û eger ew hewl bidin aloziyê pêk bînin, qada şer û pevçûnan dê berfirehtir dibe. Di dawiyê de vî endamê Ensarullahê got: Bereya berxwedanê dikare Amerîka û Îsraîlî daybe ber ber du bijardeyan yan rawestandina destdirêjiyê yan jî berfirehkirina şer û pevçûnan.
Pêştir John Kirby, hewahengkerê peywendiyên stratîjîk yê Encûmena ewlehiya neteweyî ya Koşka Spî ragihandibû: Niha em tekezî li ser rûbirûbûna hemû gefên li Deryaya Sor dikin.