Hişyariya Ensarullahê derbarê rawestandina agirbesa li Yemenê
Ensarullaha Yemenê hişyarî da ku birrîna miaşa kedkarên yemenî, gefeke cidî ye bo agirbesta sist a li vî welatî.
Ebdulmelîk El-Ecrî, endamê desteya muzakirekar a Ensarullaha Yemenê hişyarî da ku rewşa navçeyê aloz e û ger welatên destdirêjkar meseleya miaşa karmendên yemenî asê bikin dê rewş hîna jî xirabtir bibe
Yek ji şert û mercên Ensarullahê ji bo ji nû ve destpêkirina agirbestê û rawestandina pevçûnên li Yemenê, dayîna mişaşa karmendên yemenî bûye.
Eva di halekî de ye ku Mehdî El-Meşat, Serokê civata bilind a siyasî ya Yemenê mehekê berî niha ragehandibû ku Sena dijberê pêşnîyara Riyazê ya dayîna mişaşa karmendên hikûmeta Yemenê di berdêla veguhestina derhatên nift û gaza Yemenê bo banka neteweyî ya Erebistanê ye.
Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê jî , Amerîka ji ber destêwerdana Erebistanê li karê nedana miaşa karmendên yemenî sûçkar da zanîn û şîret li Waşingtonê kir ku bila di nava yemeniyan de ji xwe re dijminan çêneke.