Generalê siyonîst: Nêtanyahû û wezîrên wî, derewker û cinayetkar in
Generalê yedek ê Artêşa Rejîma Siyonîst, Serokwezîr û hejmarek ji wezîrên kabîneya wî, derewker û bandeke cinayetkar dan zanîn.
Di halekî de ku reşnivîsa plana guhertinên di beşa dadweriyê ku ji aliyê kabîneya Bnyamîn Nêtanyahû ve li Çilleyê hat pêşniyarkirin, bû sedem qelişteke mezin derkeve holê û yek ji tevgerên nerazîtiyê yên herî mezin li Rejîma Siyonîst pêk were, nerazîbûnên ku pekiye nav artêşa Rejîma Siyonîst jî û pêleke nefremanî pêk anîne.
Yasryo Liyovîn, generalê yedek ê Artêşa Rejîma Siyonîst Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîr, Bizalil Smotrîç, Wezîrê Darayiyê û Îtamar Bin Gwîr Wezîrê Ewlehiya navxweyî ya vê rejîmê rexne kirin û got: Tişta ku Nêtanyahû dixweze eva ye ku em teslîm bibin û kilîlê hikûmetê bidin destê komeke wezîrên dîn ku hejmarek ji wan sûçkar in û heta xizmeta eskerî jî nekirine.
Liyovîn bal kişand ser vê yekê ku Wezîrên kabîneya Nêtanyahû derewker û bandeke cinayetkar in û destnîşan kir ew handêrê kuştina xelkê filistînê ne û Smotrîç jî wezîrekî nijadperest e ku bêş û bertîlan distîne.
Vî generalê siyoîst ser rawestana li himber Nêtanyahû û wezîrên tundrê yên kabîneya wî teqez kir.