Hêzên çekdar ên Yemenê: Em amade ne li himber dijmin rawestin
Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê teqez kir ger welatên destdirêkerrê bersiva xwestekên berheq ên gelanî ya derheq rawestandina êrişan û dorpêç û derketina ji Yemenê nedin, em amade ne li himber wan rawestin.
Yehya Serî, Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê di axiftinekê de diyar kir: Ger destdirêjkerî û dorpêçkirina Yemenê ji aliyê destdirêjkeran ve were domandin, em tam amade ne fermana rêberê xwe cih bînin û operasyona deryayî an bejahiyê cih bînin.
Muhemed Nasir El-Atifî, Wezîrê Berevaniyê ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê jî pêştir gotibû rewşa niha û dewama şêr nayê qebûlkirin ji ber ku ev rewşa tenê bi sûda dijmin e û eva tiştek e ku em qet qebûl nakin, me xwe amade kiriye û me îmkan û hêza lêxistina derbeyan li dijminan heye.
Mehdî El-Meşat, Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê jî heftiya uhurî di axiftinekê de ser dewama rawestana li ber dagirkeran, teqez kir û hikûmeta Emerîkayê berpirsê dewama şêr da zanîn û hişyarî da: Emê tu carî dev ji aramncên xwe bernedin û derbarê parastina serweriya tam a welêt çi di asta deryayê û çi jî bejahî yan esmanî amade ne.
Çavkaniyên yemenî pêştir jî derbarê hewildana Emerîkayê bona azirandina kirêgirtiyên xwe di hevalbendiya dijî Yemenê, dijî agirbesê û damezrandina aşitiya dayimî agahî dabûn.
Di encama şerxwaziya Erebistan û hevpeymanên wê li Yemenê heta niha zêdetirî 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.