Paşayê Behreynê pişta Pûtîn girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i342201-paşayê_behreynê_pişta_pûtîn_girt
Paşayê Behreynê di gotûbêja telefonî digel Serokkomarê Rûsyayê da piştevaniya xwe ji parastina rewatî û qanûnê li Rûsyayê û misogerkirina aramiyê li vî welatî piştî şoreşa Wagnerê ragiahnd.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2023 13:22 Asia/Tehran
  • Paşayê Behreynê pişta Pûtîn girt

Paşayê Behreynê di gotûbêja telefonî digel Serokkomarê Rûsyayê da piştevaniya xwe ji parastina rewatî û qanûnê li Rûsyayê û misogerkirina aramiyê li vî welatî piştî şoreşa Wagnerê ragiahnd.

Li gorî rapora Russia Today a erebî, Hemed Bin Îsa Alê Xelîfe di gotûbêja telefonî digel Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê da tekezî li ser piştevaniya xwe ji kiryarên Moskoyê ji bo parastina hakimiyeta qanûn û aramiyê li Rûsyayê û girîngiya peywendiyên dostane navbera du welatan kir.

Hêjayî gotinê ye, Êvara Îniya derbasbûyî hêzên Wagnerê binkeyên leşkerî li bajarê başûrî yê Rostovê yê Rûsyayê dagir kirin û "Yevgeny Prigozhin" Serokê vê komê ragihand ku hêzên wî pêşdaçûna xwe li gorî planekê ji bo gihîştina bo Moskowê dest pê kirine.