Sena: Emerîka dixweze li gravên istratejîk ên Yemenê bi cih bibe
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê, hewildanên Emerîayê bo çêkirina şûnpiyekê li gravên istratejîk ên Yemenê û bicihbûna li van gravan eşkere kir.
Elî El-Qehûm, Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê, û ji rêberên Tevgera Ensarullaha Yemenê di twîtekê de nivîsî: Emerîkî bi taybet piştî diyarbûna planên hevalendiyên nû, şerê Rûsiyê û Ukraynê û liv û tevegrên vê dawiyê yên Çînê, hewil didin li grav û navçeyên stratejîk ên Yemenê bi cih bibin.
Vî rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê got: Emerîkî aliyekî sereke yê hevalbendiya destdirêjker in û rola sereke li qeyrana Yemenê hene. Her wiha Waşengtonê asoyeke zelal û diyarî bo çêkirina bêtifaqiyê û pêkanîan qeliştê di nav pêkhateya neteweyî hemî netewperestên Yemenê hene.
Elî El-Qehûm her cure binpêkirina serwweeriya Yemenê û xwe tewandina li ber zext û zorên emerîkî û inglîziyan şermezar kir û got: Di warê biryardan û serweriya Yemenê emê bi tu kesî re sazişê nekin û ger di vî warî de em sistiyê bikin dê emerîkî û seûdî me qebûl bikin.
Wî her wiha got: Îro piştî heşt salan destdirêjiyê, êdî emê qet tişta ku Emerîka û Inglîz dixwezin qebûl nekin û me ev meseleya ji hema destpêkê va red kiribû.