Pêşewzaiya Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban jî ji vegeryana Sûriyê
Di dewama pêşewaziya berfireh a welatan, saziyên sivîl û kesayetiyên cîhana ereban jî ji vegeryana Sûriyê nav komkara Ereban, Alîkarê Sekreterê Giştî yê vê yekitiyê pêşewazî ji vî karî kir.
Hisam Zekî, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban di civîna Wezareta Konseya aborî-civakî ya vê komkarê ku li Erebistanê hatiye lidarxistinê,teqez kir: Nivîsgeha Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban bi hewahengiya şexsê wî hemî kiryarên di vî warî de dişopîne.
Di civîna Wezaretê ya Konseya aborî-civakî ya Yekitiya Ereban, şandeke Sûriyê bi serokatiya Muhemed Samir El-Xelîl, Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Sûriyê beşdar bûne.
Komkara Ereban, bin fermana tevgera rojavayî- ibrî li Rojhilata Navîn di Mijdara 2011an endametiya Şamê rawestand û boykotên siyasî û aborî dijî vî welatî kivş kirin.
سوریه اتحادیه عرب