May 08, 2023 14:56 Asia/Tehran
  • Siyonîstan cardinê êrişî ser mizgevta Eqsayê kirin/ Desteserkirina 20 filistîniyan li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê

Çavkaniyên Filistîniyan ragihandin ku bi dehan bajaroknişînên siyonîst cardinê êrişî ser mizgevta Eqsayê kirin.

 

 Li gorî rapora Filistîn El-Yewmê, Yehûda Qelîk, endamê berê yê Kênêstê îro duşemiyê, bi dehan bajaroknişînên siyonîst ên tundrê ji rexê deriyê Bab ul Muqaribeyê va êrişî  ser mizgevta Eqsayê kirin.

 Dayireya Ewqafa îslamî li Qudsa dagirbûyî derbarê vê yekê de got ku hinek sîiyonîstan bi êrişa ser mizgevta Eqsayê kiryarên bi tehrîk û deb û rismên telmûdî li Bab Ul-Rehmeyê cih anîn. 

  Polîsê Rejîma siyonîst jî hinek berbend û qedexe bo derbasbûna  filistîniyan nav mizgevta Eqsayê danîn û nasnameyên wan li ber deriyên vê mizgevtê zewt kirin. 

 Siyonîstan di rojên derbasbûyî de, berdewam êrişî ser mizgevta Eqsayê û nimêjgeha Bab Ul-Rehmeyê dikin. 

  Pêştir komên berxwedana  Filistînê derbarê komploya Rejîma Siyonîst dijî nimêjgeha Bab Ul-Rehmeyê û mizgevta Eqsayê hişyarî dabûn û teqez kiribûn ku dijminê siyonîst di vê barê de bi êgir re dilîze. 

  Ji aliyê din ve, navenda hêsîrên Filistînî ragihand ku  hêzên dagirker ên siyonîst vê sibê bi êrişa ser navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê Urdinê, 20 filistînî desteser kirin. 

  Li gor nûçeye din, çavkaniyên ibrîzimên derbarê gurrbûna nakokiyan di navbera serokwezîrê Rejîma Siyonîst û Wezîrê Ewlehiya navxweyî ya kabîneya wî agahiayn dididn karê ku nîşan dide hevalbendiya Nêtanyahû sist û lawaz e. 

  Berpirsên hevalbendiya serdest li Erdên Dagirbûyî ragihand ku  peywendiyên di navbera Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û Îtmar Bin Gwîr Wezîrê Ewlehiya Naxweruî ya vê rejîmê piştî gurrbûna nakokiyan û bêtifaqiyên di navbera wan, tam hatine rawestandin. 

 Kanala  Siyonîstî ya Kanê jî ragihand ku  Bin Gwîr dixweze vegera gotûbêjên têkildarî  meselên ewlehî û berfirehtirkirina desteserkirina filistîniyan, gotûbêjên ku Nêtanyahû vê dawiyê ew danîbûn qeraxê. 

 Li gor nûçeye din, rayedarên Rejîma Siyonîst hinek munaqise bo avakirina zêdetirî 1000 mal û xanîberên nû li Rexê Rojavaya çemê Urdinê xistien rojevê. 

 

Serepeyv