Hejmara şehîdên filistînî li bajarê Nablosê jorda çû
Nîsan 03, 2023 13:19 Asia/Tehran
Çavkaniyên filistînî ragihandin ku hejmara filistînîniyên ku di encama gulleavêtina eskerên siyonîst de hatine şehîdkirin,li bajarê Nablosê zêde bûn.
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara kesên ku encama êrişa îro ya artêşa Rejîma Siyonîst ser bajarê Nablosê li rexê rojavaya çemê Urdinê hatine şehîdkirin,gihêşt du kesan.
Navê yek ji şehîdên ciwan ê filistînî, Mujhemed El-Helaq e û navê şehîdê din jî Muhemed Ebûbekir e.
Çavkaniyên filistînî her wiha wêneyên pevçûnên çekdariyê yên vê sibê di navbera têkoşerên berxwedanê û eskerên syonîst li bajarê Nablosê belav kirine.
Her wiha di encama êrişa îro ya eskerên siyonîst ser bajarê Nablosê de çend filistînî jî birîndar bûne.